LÊXIN BIRANO LÊXIN AMEDSPOR ŞAMPÎYON E
Amedspor di lîga 2'yem da ber bi şampîyonê ve diçe û alîgirên Amedsporê ji bo pîrozbahîyê sirûdên xweş amade kirin. Ji wan kesan yek jî Hunermendê Kurd Ferat Mehmetoglu ye. Ferat Mehmetoglu hem Xwawenê Amed Radyo Tv'yê ye hem jî hunermend e. Ji bo xatirê Amedsporê sirûdekî ya Keremê Anqosî li gor Amedsporê amade kir.
Dîmenên yarî ya Amedsporê û futbolêrên Amedsporê dema golên xwe diavêjin coşa temaşevanan tîne. Hunermend Ferat Mehmetoglu di strana xwe da behsa fotbolêrê Amedsporê Çekdar Orhan jî dike.
