KOVARA 'BIZOT' DERKET!
Kovara nû ya çand, huner û wêjeyê "Bizot" bi hejmara xwe ya yekem (Zivistan 2026) derket pêşberê xwîneran.
Kovara Bizotê ku wekî platformeke nû ya çandî û wêjeyî hatîye damezirandin, Kanûna Paşîn a 2026an hejmara xwe ya ewil gihand ber destên hezkirîyên Kurdî.
Kovar wê her sê mehan were weşandin û di her hejmarekê de wê bibe qada nivîsên wêjeyî, hunerî û rexneyî.