KOMA AMED KONSERTA XWE YA ANKARA'YÊ BETAL KIR !
Koma Amed ragihand ku wan konsera xwe ya ku dê 30ê Kanûna Paşîn li Enqereyê bihata lidarxistin, ji ber rewşa Rojavayê Kurdistanê betal kirîye.
Koma Amed li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal daxuyanîyek belav kir û dîyar kir ku wan konsera 30ê mehê ji ber êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê betal kirîye.
Di daxuyanîya Koma Amedê de wiha hat gotin:
"Guhdarên hêja yên Koma Amedê, mixabin em neçar in ku nûçeya betalkirinê careke din bi xemgînî parve bikin.
Em dîsa di pêvajoyeke dijwar û awarte re derbas dibin.
Êşa me û hêvîya me ya ku tevî her tiştî me winda nekiriye di nav hev de ne.
Her çiqas rûyên herî qirêj ên cîhanê pişta xwe bidin têkoşîna bêhempa ya Kurdan a li çar parçeyan jî dilê me bi wan re lê dide."