HUNERMENDA KURD YELDA ABASÎ HAT ZINDANKIRIN!
Hunermenda navdar a Kurd Yelda Ebasî ku ji bo serdana malbata xwe çûbû bajarê Meşhedê yê Îranê, ji alîyê hêzên ewlehîyê ve hat girtin. Hat ragihandin ku cezayê salekê zindanê lê hatîye birrîn û wê şandine girtîgehê.
Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ragihand ku Yelda Ebasî li Almanyayê dijî û ji bo serdana malbata xwe çûbû Xorasanê lê li bajarê Meşhedê hat girtin.